Witness Account of Violence and Fear

Sî û du kes ji gundan, yek jî ji rê girtin.

Bi meşê birin.

Yek ji wan temenê wî wek yê min ê niha bû.

Navê wî Ûsiv bû.

Nikariya bimeşe jî.

Bi zorê, bi lêdanê, bi zorê dibirin.

Destên wan hemûyan girêdabûn.

Dabûn pêşiya cendirmeyan, cendirme dibirin, esker dibirin.

Birin li wir hemû bi makîneyên giran kuştin.

Belê dibirin, lê piştî kuştinê êdî nebirin.

Çimkî kes nema. Kes tune bû.

Berê dibirin, dikutan, berdidan.

Lê piştî vê komkujiyê êdî nehatin.

Yên ku nikaribûn bimeşin jî bi lêdanê dibirin.

Wê demê erebeyên eskeriyê tune bûn ku wan bibin.

Bi roj nebirin, bi şev dibirin.

Li hinek cihan xelkê dizanibû ku wan dibin.

Lê kesî nedizanibû ku dê werin kuştin.

Piştî mehekê, piştî wê me zanî.

Me zanî ku ew birine û kuştine.

Şîn û taziye tune bû. Taziye di malan de bû.

Her kes ditirsiya ku taziye bike.

Kesî ji tirsa hikûmetê nedikarî taziye bike.

Her kesî tenê di mala xwe de digiriya.

Kesî ji tirsa nedikarî taziye bike, biçe taziye.

Kes nedihate cem hev, du sê kes nedikarîn werin cem hev.

Hikûmetê li her gundekî esker danîbûn.

Digeriyan ku bizanibin taziye heye yan na.

80 sal e, belê wallah 80 sal e şîna me wiha didome.

Wiha digirîn.

Taziya me wiha didome û em hîn jî digirîn.

Yên ku hatine kuştin, piraniya wan jinên wan mirin, zarokên wan mirin, kur û keçên wan mirin.

Ez mam, du sê kes man. Ez bi tenê mam.

Wekî bayquşekê ez bi tenê mam.

End of transcript · 251 words

iPhone app Translate videos on your iPhone Paste a TikTok, Instagram or X link, add subtitles in your language and save the video to Photos.

Read any video in your language

Paste a link from X, TikTok, YouTube or Instagram. You get a page like this one.

© 2026 TranslateMom Transcripts Sources Pricing Legal