Tribute to Martyr Elî Xameney
Tîrên li nav piştê te xistin, xebîsan bi qesd avêt
Destên xwe di xwîna te dan, xezeb badilê xwe re
Kîna xwe ya texesî, reşandin peresî
Dinya kirin qeresî, bi qetla Seyîdê min
Dinya kirin qeresî, bi qetla Seyîdê min
Serverê min, rehberê min, Şehîd Elî Xameney
Seyîdê min, rêberê min, Şehîd Elî Xameney
Nema dikim ez bikenim, piştî te ezîzê min
Nema dikim ez bisekinim, li dû te şîrînê min
Ez kor bûm bi çûna te, nema ronî xunava te
Dinya tarî û heyhat e, hewar û qîrînê min
Dinya tarî û heyhat e, hewar û qîrînê min
Serverê min, rehberê min, Şehîd Elî Xameney
Seyîdê min, rêberê min, Şehîd Elî Xameney
Çûna te pir giran e, dinya bûye wêran e
Jiyan li me heram e, Seyîd û serverê min
Şehîd li pey şehîd çûn, ji bo Xwedê feda bûn
Li goristanê nema şûn, xelîlê dilpesendê min
Li goristanê nema şûn, xelîlê dilpesendê min
Serverê min, rehberê min, Şehîd Elî Xameney
Seyîdê min, rêberê min, Şehîd Elî Xameney
Ez dîlê belengaz im, bêçar im dil bi nalîn im
Xemgîn im te dixwazim, rehber û rêzanê min
Ew zalim dê bibînin, ku leşkerê te kî ne
Wê çavê wan derînin, fedaîyên te, mîrê min
Wê çavê wan derînin, fedaîyên te, mîrê min
Serverê min, rehberê min, Şehîd Elî Xameney
Seyîdê min, rêberê min, Şehîd Elî Xameney
Wê navê wan binivîsin, kuştiyên wan bi dest xînin
Hêz û artêş hemî xistin, lewend û cengawerê min
Dilê Tûrab dikişîne, pêl bi pêl dinalîne
Dihele wek sêlê, oxir be Seyîdê min
Dihele wek sêlê, oxir be Seyîdê min
Serverê min, rehberê min, Şehîd Elî Xameney
Seyîdê min, rêberê min, Şehîd Elî Xameney
End of transcript · 279 words